Rayedarekî ewlehiyê yê Irakî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand duh şev li Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, li dijî Balyozxaneya Bağdatê ya Amerikayê bi moşekan va êrîş hat kirin û 3 kes birîndar bûn.
Rayedarê ewlehiyê der barê rewşa birîndaran da agahî neda û nasnameya wan eşkere nekir.
Serokwezîrê Irakê Adil Ebdulmehdî daxuyandibû moşekên hatine avêtin Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, li Balyozxaneya Bağdatê ya Amerikayê ketin.
Ebdulmehdî hişyarî dabû û gotibû êrîşên bi vî rengî wê Irakê veguhêze gijgijînê û anîbû ziman ewê nûnertiyên biyaniyan ên li welêt biparêzin.