Di êrîşa çekdar a ku li Zanîngeha Permê hat kirin da jimara kuştiyan derket 8an

Di êrîşa çekdar a ku li Zanîngeha Permê hat kirin da jimara kuştiyan derket 8an

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand, di êrîşa biçek a ku li gor tesbîtê li Zanîngeha Permê xwendekarekî kir da herî kêm 8 kes hatin kuştin û birîndar hene.

Li gor daxuyaniya ku ji Zanîngeha Permê hat dayîn, di avahiya zanîngehê da kesekî bi çekê gule berdaye derdorê, personel û xwendekaran xwe di polan da veşartin.

Li gor dîmenên çapemeniya Ûris, kesên ku di avahiyê da ne, xwe ji caman ra davêjin û direvin, hinek jî li pêşiya deriyên polan sendelî wekî barîkat danîn.

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku di êrîşê da kuştî û birîndar hene, piştî bûyerê êrîşkar hat berterefkirin.

Komteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî daxuyanî da û diyar kir, di êrîşa ku li Zanîngeha Permê hat kirin da herî kêm 8 kes hatin kuştin û birîndar hene.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor tesbîtê êrîşkar xwendekarê zanîngehê ye û hatiye berterefkirin û der barê bûyerê da lêpirsîn hatiye vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE