Di êrîşa DEAŞê ya li Mexmûrê da 7 pêşmerge û 3 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa DEAŞê ya li Mexmûrê da 7 pêşmerge û 3 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa DEAŞa rêxistina terorê li Mexmûra navçeya Mûsilê li dar xist da 7 pêşmerge û 3 sivîl hatin kuştin.

Fermandarê Pêşmergeyan Nejat Hule daxuyanî da Rûdawê û diyar kir ku pêşmerge li gundê Nazîkenda ser herêma Qaraçûxa li ser Mexmûrê ketin defika DEAŞê.

Hule destnîşan kir ku di şerê qewimî da 7 pêşmerge hatin kuştin.

Di nûçeya Rûdawê weşand da jî hat gotin ku li gundê Xadirciceya nêzî Mexmûrê jî di êrîşa DEAŞê da 3 sivîl hatin kuştin. Hat gotin ku hersê sivîl jî bira bûn.

Ji ber êrîşa li hemberî sivîlan ku DEAŞê li dar xist pêşmerge çûn herêmê û ketin dafika DEAŞê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE