Di êrîşa Ermenistanê ya li ser Azerbaycanê da hejmara kuştiyan derkete 9an

https://www.trtnuce.com/xpanel/

Di êrîşa Ermenistanê ya li ser Azerbaycanê da hejmara kuştiyan derkete 9an

Wezareta Karên Derva yê Azerbaycanê daxuyand di êrîşa Ermenistanê ya li ser bajarê Genceyê da hejmara kuştiyan derkete an, ya birîndaran jî bû 33.

Li ser hesabê Twitterê ya Wezaretê hat gotin Ermenistanê bi moşekan va êrîşî Genceya bajarê Azerbaycanê kir, di êrîşê da 9 kes hatin kuştin, 33 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin di nav birîndaran da zarok jî hene.

Serdozgeriya Azerbaycanê beriya vê daxuyandibû ku ji ber êrîşa Ermenistanê 5 kes hatin kuştin, 28 kes jî birîndar bûn.

 Artêşa Azerbeycanê êrîşên artêşa Ermenistanê yên bi şev şikandin

Artêşa Azerbeycanê êrîşên artêşa Ermenistanê yên ku digel agirbestê bi şev dewam kirin, şikandin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê ji bo kozikên ku ji dest dan dîsa dagir bikin, bi şev ber bi Hadrût û Cebraîlê wekî komên piçûk êrîş pêk anîn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku artêşa Azerbeycanê êrîş şikandin û her wiha 5 tankên T-72, 6 topên obus ên D-20 û D-30, 5 kamyonên muhîbatbarkirî, 11 otomobîl, 3 pergalên fuzeya grad, 5 obusên bimotor ên Gvozdika, 8 pergalên parastina asîmanî û îstasyonên radarê yên artêşa Ermenistanê hatin jinavbirin.

Hat balkişandin ku hêzên Ermenistanê di panîkê da ne, eskerên alayên piyade yên motorîze yên 1emîn, 5emîn û 9emîn firar kirin.

Azerbeycan û Ermenistanê bi armanca mirovî û ji bo veguhertina cinaze û dîlan, duh li Qerebaxa Çiyayî ji saet 12.00an pê va li ser agirbestê li hev kiribûn.

Artêşa Azerbeycanê ÎHAyeke Ermenistanê xist

 Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê ÎHAyeke Ermenistanê xist.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, hêzên parastina esmanî yên Azerbeycanê îro serê sibê ÎHAyeke Ermenistanê ku li ser bajarê Mingeçevîrê difirî, îmhe kir.

Serdozgeriya Azerbeycanê jî diyar kir ku artêşa Ermenistanê dora saet 04.00î fuze avêt santrala hîdroelektrîkê ya li Mingeçevîrê.

Hat gotin ku yekîneyên Azerbeycanê fuze li hewa îmhe kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE