Di êrîşa hêzên Îsraîlê de Filistîniyek şehîd bû

Di êrîşa hêzên Îsraîlê da li Şerîeya Rojava Filistîniyek şehîd bû.

Di êrîşa hêzên Îsraîlê de Filistîniyek şehîd bû

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi hinceta ku bi kêrê êrîş kir, Filistîniyek şehîd kirin.

Çavkaniyên xwemalî diyar kirin, li başûrê bajarê Beytullahîmê li xaçerêya Gush Etzionê eskerên Îsraîlê li Filistîniyekî ku nasnameya wî nehat eşkerekirin, xist.

Filistîniyê ku xedar birîndar bû, li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ji hêzên Îsraîlê tu kes birîndar nebû.

Ji aliyekî din va di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin, li xaçerêya Gush Etzionê "hewildana êrîşa bi kêrê" hat ragihandin, kesê hat îdiakirin êrîş kir, "hat berterefkirin".

Hêzên Îsraîlê bi îdiaya "hewildana êrîşa bi kêrê" û "hewildana pêpeskirina bi wesayîtê" va îxlalên xwe yên dijî Filistîniyan didomînin, rêxistinên mafên mirovan jî Îsraîlê bi wê yekê tawanbar dikin ku Filistîniyan bêyî darizandin, înfaz dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE