DEAŞa rêxistina terorê li navçeya Kifriyê ya li ser Silêmaniya bajarê Iraqê êrîşî Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir û di êrîşê da Pêşmergeyek hat kuştin.
Dr. Sîrwan Cemalê Midûrê Tenduristiyê yê Germiyanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, DEAŞê li Kifriyê êrîşî baregeha Pêşemergeyan kir.
Cemal diyar kir ku Pêşmergeyekî ku di êrîşê da birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê, lê pêşmerge li wir mir.
DEAŞê di 1ê gulanê da nêzî bajaroka Altinkopruyê ya bajarê Kerkûkê êrîş kiribû û di vê êrîşê da 3 Pêşmerge hatibûn kuştin, 2 Pêşmerge birîndar bûbûn.
AA