Di êrîşa ku Îsraîlê bir ser Xezeyê da jimara şehîdan derket 43yan

Di êrîşa ku Îsraîlê bir ser Xezeyê da jimara şehîdan derket 43yan

Îsraîlê duh bişev êrîş birin ser Xezeyê û di êrîşan da jimara kesên ku şehîd bûn derket 43yan, jimara birîndaran jî 269 e.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê hat dayîn, di êrîşên dawîn da sê kesên din jî hatin kuştin û jimara kuştiyan bi tevahî derket 43yan.

Ji ekîbên Parastina Sivîlan rayedarekî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, kesên ku vê axiriyê li rojavayê Xezeyê di malekê da hatin kuştin, ji 3 şêniyên malê yên hatine kuştin yek jê jin e, yek jî Filistîniyekî astengdar e.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya beriya vê daxuyaniyê da ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê da 12 jê zarok 43 kes şehîd bûn, 269 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê duşemê derengiyê şevê daxuyandibû ku wan li dijî Xeta Xezeyê operasyona eskerî ya bi navê "Mihafizê Sûran" da destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE