Di êrîşa terorê ya li gundekî bakurê Bûrkîna Fasoyê hat kirin da herî kêm 100 sivîlî can da.
Li gor nûçeya AIBa ajansa nûçeyan a Bûrkîna Fasoyê terorîstên ku şeva din dora gundê Yaghgaya li herêma Sahela bakurê Bûrkîna Fasoyê girtin û bi ser gundiyan da gule barandin.
Êrîşkaran agir berî mal û devera bazarê ya gundiyan dan.
Di êrîşa terorê da herî kêm 100 kes hatin kuştin û guman ewe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Serokomarê Bûrkîna Fasoyê Roch Kabore diyar kir ku ji îşev û pê va qasî 3 rojan şîna neteweyî îlan kirin.
Li Bûrkîna Fasoyê ji sala 2015an vir va êrîşên terorê tên kirin.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî ji ber êrîşên li hemberî sivîl û eskeran heta niha 1,1 milyon kesî ji mecbûrî cî û warê xwe guhertin.
AA