Di êrîşa li Kramatorskê da 4 jê zarok 39 kes hatin kuştin

Di êrîşa li Kramatorskê da 4 jê zarok 39 kes hatin kuştin

Nûnerê Beşa Ewlehiyê yê Ukraynayê Artem Dekhtyarenko ragihand li herêma Donetskê hêzên Rûsyayê moşek avêtin gara trênê ya bajarê Kramatorskê û ji sivîlên ku li benda texliyeyê bûn 4 jê zarok 39 kes hatin kuştin.

Dekhtyarenko li ser hesabê xwe yê Facebookê got ku "Rasîstan êrîşa îstasyona trênê ya li Kramatorskê kirin. 4 jê zarok 39 kes hatin kuştin."

Şaredarê Kramatorskê Aleksandr Gonçarenko diyar kir rewşa kesên birîndar giran e û got ku mil û piyên gelek kesan jêbûne.

Gonçarenko diyar kir nexweşxane ji heqê birîndaran nayên der û qederê 40 hekîm birîndaran emeliyet kirine û got ku di dema êrîşê da li îstasyonê qederê 4 hezar sivîl hebûne.

- Hatîbû ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi moşekên "Toçka-U"yê êrîş kirine

Saziya Rêhesinê ya Ukraynayê ragihandibû ku li herêma Donetskê hêzên Rûsyayê moşek avêtine gara trênê ya bajarê Kramatorskê û ji sivîlên ku li benda texliyeyê ne ji 30yî zêdetir kes hatine kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûne.

Li ser hesabê Telegramê ya Saziya Rêhesinê ya Ukraynayê hatibû diyarkirin ku 2 moşek li gara trênê ya Kramatorskê ketine.

Di dîmenên ku hatibûn parvekirin da li garê û derdora gara trênê sivîlên ku baholên wan hene û xebatkarên garê di nava xwînê da li erdê ne.

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy ragihandibû ku li Kramatorskê hêzên Rûsyayê bi moşekên "Toçka-U"yê êrîş kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov piştrast kiribû ku li herêma Donetskê li hin îstasyonên trênê xistine û îdia kiribû ji bona îmhekirina çek û techîzatên ji yekîneyên Ukraynayê ra tên li îstasyonan xistine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE