Di êrîşa li ser Îdlibê ya rejima Esed da 8 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa li ser Îdlibê ya rejima Esed da 8 sivîl hatin kuştin

Li Dûriyeyê hêzên rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan êrîşî Meşun, Îblîn û Belyuna gundên Îdlibê kirin, di êrîşan da 8 sivîl hatin kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûn.

Hesen Ehmedê Berpirsyarê Medyayê yê Parastina Sivîlan (Kumsipî) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên rejimê ji bejayê ra êrîşî Meşun, Îblîn û Belyuna gundên Îdlibê kirin.

Ehmed destnîşan kir ku di êrîşan da li Îblînê 5, li Bektunê 2, li Meşunê sivîlek hatin kuştin, 9 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên li dorberê.

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Heleb), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytra) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE