Di êrîşa polêsên Îsraîlê ya dijî cemeata li Mescîdê Eqsayê nimêj dikir da 205 Filistînî birîndar bûn

Di êrîşa polêsên Îsraîlê ya dijî cemeata li Mescîdê Eqsayê nimêj dikir da 205 Filistînî birîndar bûn

Êrîşên polêsên Îsraîlê yên dijî cemeata li Mescîdê Eqsayê yê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî didomin.

Polêsê Îsraîlê ket Mescîdê Eqsayê, bi bombeyên dengê êrîşî cemeata nimêj dikir kir

Herema Şerîf a li herêma Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilat guherî qada şer.

olêsê Îsraîlê bi bombeyên dengê û guleyên plastîk midaxeleyî cemeatê kir û ciwanên Filistînî jî bi kevir û şûşeyên cam li ber polêsan rabûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Filistînê da hat diyarkirin di bûyerên ku li Herema Şerîf qewimîn da 205 Filistînî ji ber midaxeleya polêsên Îsraîlê birîndar bûn.

Li Mescîdê Eqsayê midaxeleya polêsên Îsraîlê dewam dike û ji aliyê din va jî nimêja terawîhê bi navber tê kirin.

Midûrê Weqfa Mescîdê Eqsayê Şêx Omer Kiswanî ji bo ku bûyerên li Herama Şerîf bên rawestandin bangî polêsên Îsraîlê kir ku ji hewşan vekişin.

Di êrîşa polêsên Îsraîlê ya dijî cemeata li Mescîdê Eqsayê nimêj dikir

Polêsê Îsraîlê ket Mescîdê Eqsayê, bi bombeyên dengê êrîşî cemeata nimêj dikir kir

Polêsê Îsraîlê ket Mescîdê Eqsayê yê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî bi bombeyên dengê êrîşî cemeata di nav Mescîdê Qible da nimêj dikir, kir.

Polêsê Îsraîlê li Mescîda Qible yê li Mescîdê Eqsayê yê li herêma Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilat dijî cemeata ku nimêja eşayê dikir bombeyên dengê û guleyên plastîk emiland.

Ji hêla din va Deriyê Şamê û Deriyê Sahîreyê yê herêma Bajarê Kevin a ku Mescîdê Eqsa lê ye jî polêsên Îsraîlê êrîşî ciwanên Filistînî kir.

Gelek polês li hawirdor bi cî bûn û bi awayekî bi kontrol destûr da ku ji deriyên Bajarê Kevin ra derbas bibin.

Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê ragihand ku heta niha di bûyerên ku li Harema Şerîf qewimîn da gelek birîndar hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE