Di êrîşa rejim û Rûsyayê da li Îdlibê 6 sivîl hatin kuştin

Rejima Esed û Rûsyayê danê şev êrîşî Îdliba di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê da kirin û 6 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa rejim û Rûsyayê da li Îdlibê 6 sivîl hatin kuştin

Rejima Beşar Esed û piştgirê wê Rûsyayê şev êrîşî Îdliba di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê da kirin û 6 sivîl hatin kuştin.

Ji nîvê şevê pê va li gundên Deyr Xerbî, Deyr Şerqî, Hiş, Kefersecne, Muqa, Tuh, Bsenkul û Til Menis, bajaroka Temamiyeyê, navçeyên Maeretinum û Seraqîb rastî êrîşîn rejimê û Rûsyayê hatin.

Li gor ragihandina mala çavdêriyê ya muxalifan di êrîşa balafirên Rûsyayê da li gundê Deyr Xerbiyê çar sivîl hatin kuştin.

Di êrîşa rejimê da jî li gundê Til Menisê 2 sivîl hatin kuştin.

- Rewşa li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê hema bêje ji destpêka şerê navxweyî vir da wekî kelha mixalifan e. Vê gavê ji ber koçberiya navxweyî serjimara Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Navenda Îdlibê di adara 2015an da kete kontrola mixalifan. Îdlib di nav ciyên ku rejim herî zêde êrîş dike da cî digre.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da li civîna Astanayê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin. Hêzên Rûsyayê gelek caran agirbest bin pê kirin li ser vê Tirkiye û Rûsyayê mutabaqateke din jî çêkirin.

Hêzên rejimê bi alîkariya piştgiran va ligel mutabaqata Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an êrîşan didomîne.

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kiribû ku rejima Beşar Esed û piştgirên wê di êrîşên li ser Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê da di navbera 26ê nîsan û 19ê tebaxê da herî kêm 843 sivîl kuştin.

Li gor daneyên Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê ya ku koçberiya li Îdlibê dişopîne û tesbît dike, ji mutabaqata 17ê Îlona 2018an li Soçiyê di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat çêkirin pê va li herêma Îdlibê 945 hezar 992 sivîlî warê xwe terikandiye. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE