Di êrîşa rejimê ya li Îdlibê da zarokek hat kuştin

Di êrîşên rejima Esed yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da zarokek hat kuştin

Di êrîşa rejimê ya li Îdlibê da zarokek hat kuştin

Li Sûriyeyê di êrîşên rejima Esed yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da zarokek hat kuştin.

Rejima Esed ji serê sibê pê va ji bejahiyê bi çekan va êrîşî Kefrenbîla navçeya Îdlibê, gundên Şêx Mistefa û Kefer Avîdê û gundên Bekseriye û Bedriyeyê yên li rojhilatê bakur ê Lazkiyeyê dike.

Li gor çavkaniyên Parastina Sivîl li Bedriyeya gundê Lazkîyeyê di êrîşê da zarokek hat kuştin.

Ji mutabaqata ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Li cihên êrîş lê zêde çêdibin ber bi cihên aramtir û nêzîkî sînorê Tirkiyeyê milyonek û 42 hezar kesî koç kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE