Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û komên terorîst ên ku Îran li piştê ye li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê agirbest binpê kirin, êrîşî gundên Bara û Îhsîmê kirin û di encamê da 7 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl jî birîndar bûn.
Berpirsê Çapemeniyê yê Parastina Sivîlên Sûriyeyê (Kum Spî) Hesen el-Ehmed di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, hêzên rejimê bi çekên ji bejayê bo bejayê agir dikin va êrîşî gundên Bara û Îhsîmê yên li başûrê Îdlibê kirin.
Ehmed got ku di êrîşê da li Barayê 2 sivîl, li Îhsîmê jî 5 sivîl hatin kuştin.
10 sivîlên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Ji aliyekî din va hêzên rejima Esed sibehê zû bi topxaneyan êrîşî gundên Îhsîm, Meşûn, Mastûma, Şofîn, Filfil, Kensafra û Belyûnê yên li başûrê Îdlibê kirin.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibêherêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
AA