Di êrîşa rejima Esed a dijî nexweşxaneyê da 6 sivîl hatin kuştin

Li Îdlibê di êrîşa rejima Esed a dijî nexweşxaneyê da yek jê zarok 6 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa rejima Esed a dijî nexweşxaneyê da 6 sivîl hatin kuştin

Li Sûriyeyê rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran li piştê ye li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê agirbest binpê kirin û bi topxaneyan êrîşî nexweşxaneyê kirin. Di encama êrîşê da yek jê zarok 6 sivîl hatin kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûn.

Berpirsê Ofîsa Çapemeniyê ya Parastina Sivîlên Sûriyeyê (Kum Spî) Îbrahîm Ebû Layîs di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku hêzên rejima Esed bi çekên ku ji bejayê bo bejayê guleyan agir dikin, êrîşî nexweşxaneya li navçeya El Eterîbê kirin.

Ebû Layîs diyar kir, di encama êrîşê da yek jê zarok, yek jê jî jin 6 sivîl hatin kuştin, 4 jê giran 15 sivîl jî birîndar bûn.

Ebû Layîs got ku ekîbên parastina sivîlan birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk.

- Rewşa li Îdlibê

Türkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibêherêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Türkiye û Rûsyayê di 5ê Adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Türkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE