Di êrîşa rejima Esed a ser Îdlibê da 2 sivîl hatin kuştin

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî sitandin, di êrîşa rejima Esed bir ser Fatirayê da 2 sivîlên li baxçe hêjîr berhev dikirin hatin kuştin.

Di êrîşa rejima Esed a ser Îdlibê da 2 sivîl hatin kuştin

 Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide êrîşî başûrê Îdlibê kirin, di êrîşê da 2 sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejimê êrîşî Fatiraya herêma li Îdliba di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê da kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî sitandin, di êrîşa rejima Esed bir ser Fatirayê da 2 sivîlên li baxçe hêjîr berhev dikirin hatin kuştin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan li dorberê Îdlibê baregeh û cebilxaneyê zêde dikin.

Hêzên rejimê di vê çarçoveyê da di 3 mehan da ji 2 hezarî zêdetir endamên bi çekên giran sewqî eniya Îdlibê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE