Di êrîşa Rûsyayê ya dijî Walîtiya Xarkovê da 7 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa Rûsyayê ya dijî Walîtiya Xarkovê da 7 sivîl hatin kuştin

Di êrîşa fuzeyê ya artêşa Rûsyayê ya dijî avahiya Walîtiya bajarê Xarkovê yê Ukraynayê da 7 sivîl hatin kuştin.

Waliyê Xarkovê Oleh Synyehubov di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Telegramê da diyar kir, artêşa Rûsyayê li Xarkovê sivîlan û binesaziya sivîl bi dilkevirî xerab dike.

Synyehubov ragihand, hêzên Rûs nava rojê fuze avêtin ser avahî, nexweşxane û zanîngeha li Xarkovê ku ev yek sûcê şer e.

Synyehubov qala êrîşa dijî avahiya Walîtiyê jî kir û got ku li gorî encamên destpêkê di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin, yek zarok 24 kes jî birîndar bûn.

Synyehubov her wiha ragihand, balafirên Rûs apartmaneke li ser Kolana Novo-Bavarskiyê bombebaran kirin û di encamê da apartman bi temamî rûxiya û gelek sivîl di bin kavilan da man.

Hat ragihandin, îşev jî êrîşên dijî Xarkovê dewam kirin û teqîneke mezin çêbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE