Di êrîşên Rûsyayê bir ser wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina rageşiyê da 2 bira hatin kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor mala çavdêriyê ya mixalifan, teyareyên şer ên Rûsyayê ji hewayê êrîşî bajaroka Binîşê, gundên Heran û Er Rufayê kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) hatin sitandin, di êrîşa li ser Binîşê da 2 bira hatin kuştin, 5 sivîl birîndar bûn.
Wekî mayîn rejima Esed ji ber destê sibê vir da êrîşî gundên Xadafa, Masaran, Sirman, Hîrakî û Ebû Mekiyê dikin.
Teyareyên rejimê bi bombeya warêlê êrîşî konbajarê koçberên bêdestûr a li gundê Xadafayê kirin.
Kesên li konbajêr dimînin konên xwe tek kirin, di êrîşê da gelek pezê malbatan pê debara xwe dikirin mirar bûn.
Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlona 2018an da mitebeqat îmze kiribûn ji wê rojê vir da li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê di êrîşên rejimê û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Hejmara kesên ji ber êrîşan revîn û koçî herêmên hinekî ewledar ên li nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin di saleke dawîn da ji milyonekî derbastir bû.