Di êrîşa Rusyayê ya ser İdlibê 5 sivîl hatin kuştin

Li Suriyeyê di êrîşên esmanî yên balafirên şer ên Rusyayê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li İdlibê da 5 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşa Rusyayê ya ser İdlibê 5 sivîl hatin kuştin

Li gor agahiya mala çavdêriyê ya balafiran a muxalifan, balafirên şer ên Rusyayê serê sibê êrîşî gundên Kefer Teal û Kefer Cumê yên li rojhilatê Halepê kirin.

Di daxuyaniya Parastina Sivîlan a İdlibê (Kumspî) da hat gotin li gundê Kefer Tealê 3 û li gundê Kefer Cumê jî 2 tevahî 5 sivîl hatin kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên artêşa Esed, Rusya û komên terorîst ên biyanî yên İran piştgiriyê dide, sivîlên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li İdlibê dimînin koçî ber sînorê Türkiyeyê dikin.

27 hezar sivîlên ji rojavayê Halepê û cihên başûr reviyabûn çûbûn herêma Mertalê Feratê, herêma Hareketa Çiqlê Zeytûnê û kampên li ser sînor.

- Guh nedan peymanên Astana û Soçiyê

Bajarê İdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Suriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî pê va weke keleha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ne ye. Bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. İdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rusya û İranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib, û hin hemêrên bajarên Lazkiye, Hema û Helebê, bakutê Humusê, Xutaya Rojhilat a li Şamê, bajarên Dera û Kunetrayê di serî da4 herêm wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê" îlan kiribûn.

Lê rejimê û terorîstên İran piştgiriyê dide wan ji van 4 herêman ji bilî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya Rusyayê va bi dest xistin. Bi sed hezaran sivîlên ji êrîşan reviyan xwe sipartin sînorên Türkiyeyê.

Di navbera Türkiye û Rusyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va jî êrîş dewam dikin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonek û 300 hezarî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Suriye û Türkiyeyê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE