Di êrîşa Îsraîlê de 3 zarok şehîd ketin

Îsraîlê di encama êrîşeke asîmanî de li rojhilatê şerîde Xezzeyê ya di bin eblûqeyê de, 3 zarokên Filistînî şehîd kirin.

Di êrîşa Îsraîlê de 3 zarok şehîd ketin

Îsraîlê di encama êrîşeke asîmanî de li rojhilatê şerîde Xezzeyê ya di bin eblûqeyê de, 3 zarokên Filistînî şehîd kirin.

Li gorî daxuyaniya Eşref Qudreyê Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, Îsraîlê li rojhilatê şerîde Xezzeyê êrîşeke asîmanî li dar xist.

Di êrîşê de 3 zarokên Filistînê yên ku temenê wan 12 heta 14an in şehîd ketin.

Qudre herwiha ragihand ku ekîbên tendirustiyê cesedê zarokan rakirine Nexweşxaneya Şuheda el-Eqsayê.

Derbarê nasnameya zarokan de hê tu agahî nehatine dayîn.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de got ku "Li herêma têlbendan a navbera Xezze û Îsraîlê de 3 ciwanên Filistînî bûne armanca êrîşa asîmanî."

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku "ew ciwanên navborî hewl didan teqemeniyê li wêderê bi cih bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE