Li Kabula paytextê Efxanistanê wesayîta bombebarkirî ya li ber Wezareta Parastinê hatibû danîn teqiya herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Efxan hilda, êrîşkarên biçek serê sibê li ber avahiyê wezaretê wesayîta bombebarkirî teqandin, dû ra jî bi çekan va gule li der û dora avahiyê reşandin.
Ji ber teqînê û êrîşa guleyan li gor agahiyên ewil herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Polêsan û hêzên taybet ên Efxan cihê bûyerê dorpêç kirin.
Nûnerên Talibanê li Dohaya paytextê Qeterê bi rayedarên Amerîkî ra der barê aştiyê da hevdîtinan dikin. Êrîş di vê vê heyamê da hat kirin ku ev jî balê dikşîne.
AA