Di êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê da zarok birîndar bûn

Guleyên dijebalafiran ên ji Resuleyna di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da hatin avêtin li Ceylanpinarê 2 birayên li baxçeyê xwe dileyîstin birîndar kirin

Di êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê da zarok birîndar bûn

Guleyên dijebalafiran ên ji herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da yên li Sûriyeyê hatin avêtin li navçeya Ceylanpinarê 2 birayên li baxçeyê xwe dileyîstin birîndar kirin.

Guleyên dijebalafiran ên ji Resuleyna di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da hatin avêtin li Ceylanpinarê 3 malan ketin.

Di êrîşan da 2 birayên 13 û 15 salî yên li baxçeyê xwe dileyîstin birîndar bûn.

Zarokên birîndar ji hêla tîmên Rewşa Acil a 112yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê tevdîr dîtin.

Piştî van êrîşan bi obusan va herêmên terorîst lê ne hatin bombebarankirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE