Di êrîşên biçek ên li Nîjeryayê da 35 kuştî

Li gundên Kwallîdo, Tungar Kahau û Gîdan Wawayê yên li ser eyaleta Zamfarayê êrîşên biçek hatin kirin, di êrîşan da 35 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn

Di êrîşên biçek ên li Nîjeryayê da 35 kuştî

Li Nîjeryayê di êrîşên biçek da 35 kes mirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî li gundên Kwallîdo, Tungar Kahau û Gîdan Wawayê yên li ser eyaleta Zamfarayê ji hêla kesên biçek ên bi motosîkletê hatin gund va êrîşên biçek hatin kirin.

Di êrîşan da 35 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polêsan ê Eyaleta Zamfarayê Mihemed Shehu der barê bûyerê da hê tu daxuyanî neda.

Li welêt ji ber ku bi motosîkletan êrîş dihatin kirin, hin eyaletan bikaranîna motosîkletan hatibû qedexekirin.

Li herêmê hin caran cotkar û şivan pev diçin. Fulaniyên koçî başûr dikin ku heywanên xwe biçêrînin îdia dikin ku cotkar heywanên wan didizin û êrîşî wan dikin.

Çeteyên biçek jî çav didin van pevçûnan û êrîşan dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE