Di êrîşên bombeyî yên li Iraqê da 15 kesan can da

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên li wîlayetên Selaheddîn û Diyalayê hat hildan li bajarê Samarraya ser Selaheddînê bi du wesayîtên bombebarkirî va dijî cihên kontrolê yên Heşdî Şebiyê êrîşên xwekujiyê hatin kirin.

Di êrîşên bombeyî yên li Iraqê da 15 kesan can da

 Hat ragihandin di encama 4 êrîşên bombeyî yên ku li Selaheddîn û Diyalaya wîlayetên Iraqê hatin lidarxistin da hejmara kesên can dan gihîşt 15an.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên li wîlayetên Selaheddîn û Diyalayê hat hildan li bajarê Samarraya ser Selaheddînê bi du wesayîtên bombebarkirî va dijî cihên kontrolê yên Heşdî Şebiyê êrîşên xwekujiyê hatin kirin.

Di van êrîşan da 11 mensûbên Heşdî Şebiyê can dan.

Li Şarqata navçeya Selaheddînê jî bombeya ku li rêyeke nêzî dibistanê hatibû bicihkirin teqiya û di êrîşê da 3 zarokan can da.

Li bajaroka Behreza ser Diyalayê jî bombeyeke di motorbisiklêtê da hatibû bicihkirin teqiya û ji ber vê jî kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Heta niha tu kes û rêxistinê berpirsyariya van êrîşên bûn sedema kuştina 15 kesan hilnedan ser xwe û çavkaniyên ewlehiyê jî dibêjin ku delîl nîşan didin ev êrîş ji hêla DEAŞa rêxistina terorê va hatine kirin.

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE