Di êrîşên Ermenistanê da hejmara sivîlên Azerbaycanî yên hatin kuştin derkete 41î

Di êrîşên Ermenistanê da hejmara sivîlên Azerbaycanî yên hatin kuştin derkete 41î

Di êrîşên Ermenistanê yên li ser Azerbaycanê da hejmara sivîlên hatin kuştin derkete 41î, hejmara birîndaran jî bû 205.

Serdozgeriya Azerbaycanê der barê hejmara mirî, birîndar û zirara ku ji ber êrîşên Ermenistanê yên di navbera 27ê Îlonê û 11ê Cotmehê da çêbû da agahî da.

Li gor daxuyaniyê di heyama behsa wê hat kirin da 41 sivîlên Azerbaycanî hatin kuştin, 205 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşên Ermenistanê da 1165 mal, 57 apartman û 146  avahiyên kamuyê hilweşiyan.

- Di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da agirbest hatibû kirin

Artêşa Ermenistanê di 27ê Îlonê daêrîşî cihên sivîlan ên Azerbaycanê kiribû. Li ser vê artêşa Azerbaycanê operasyon dabû destpêkirin û di operasyonê da bajarê Cebraîlê, bajaroka Hadrutê û ji 30î zêdetir gun ji dagirketiyê hatibûn xilaskirin.

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da li Moskovayê hevdîtin hatibûn kirin. Biryar hatibû dayîn ji 10ê Cotmehê roja şemiyê saet 12.00an pê va li Qerebaxa Çiyayî bi armanca mirovî ji bo guherîna cenaze û êsîran agirbest bê kirin.

Artêşa Ermenistanê ji ser agirbestê ra 24 saet derbas nebû bi moşekan va êrîşî Genceya bajarê Azerbaycanê kiribû di êrîşê da 9 kes hatibûn kuştin, 34 kes jî birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE