Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê birin ser Xezeyê da 10 kesên din şehîd bûn

Di êrîşê da 8 jê zarok, 2 jê jin 10 Filistînî şehîd bûn. Navê 8 kesên ku di êrîşê da şehîd bûn wiha ne: Yasemin Hesen (31), ji malbata Ebû Xetab Yamin (5), Bîlal (10) û Ûsiv (11), ji malbata El-Hedîdî Muha (36), Ebdurrehman (8), Suheyb (14) û Yehya (11).

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê birin ser Xezeyê da 10 kesên din şehîd bûn

 Balafirên şer ên Îsraîlê li aliyê rojavayê Xezzeyê êrîşî maleke Kampa Penaberan a Şatiyê kir û di êrîşê da piranî jê zarok 10 Filistînî şehîd bûn.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat hildan, balafirên şer ên Îsraîlê li Kampa Penaberan a Şatiyê êrîşî mala ku malbata Ebû Xetab tê da dijî, kir.

Di êrîşê da 8 jê zarok, 2 jê jin 10 Filistînî şehîd bûn. Navê 8 kesên ku di êrîşê da şehîd bûn wiha ne: Yasemin Hesen (31), ji malbata Ebû Xetab Yamin (5), Bîlal (10) û Ûsiv (11), ji malbata El-Hedîdî Muha (36), Ebdurrehman (8), Suheyb (14) û Yehya (11).

Hat gotin ku li ser enkaz xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

Ûsiv Ebû Rîşê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Xezeyê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, li mala ku êrîş anîn ser heta niha tenê dergûşeke 2 mehî sax hatiye derxistin.

Ebû Rîş diyar kir, meriv ji bo êrîşa li Kampa Penaberan a Şatiyê bêje "komkujî" jî têrê nake.

Ji aliyê din va Tûxayên Îzzedîn el-Qessamê ku şaxa eskerî ya Hemasê ye jî daxuyand, weke bersiva êrîşa ku anîn ser maleke Kampa Penaberan a Şatiyê û ji bo tolhildana Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava hatin şehîdkirin Aşdod û Beersheba bi roketan hat gulebarankirin.

Balafirên Îsraîlê derengiyê şevê êrîşî herêma Til Kuleybûyê ku dikeve bakurê Xezeyê kir û 2 jê bira 3 Filistînî şehîd bûbûn.

Bi şehîdbûna van kesên dawîn va di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xeta Xezeyê da ji 10ê gulanê vir va 39 jê zarok, 22 jê jin 139 Filistînî şehîd bûn, 950 Filistînî birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE