Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da jimara şehîdan derket 122an

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da jimara şehîdan derket 122an

 Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî da 10 welatiyên Filistînê yên din jî hatin şehîdkirin û hejmara şehîdan derkete 122an.

Artêşa Îsraîlê di Eyda Remezanê da jî êrîşên dijî Xeta Xezeyê didomîne.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê a li Xezeyê da hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê anî ser herêmê da 10 welatiyên din jî şehîd ketin. Li gor vê ji 10ê gulanê vir da hejmara şehîdan derkete 122 kesan.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ku 31ê şehîdan zarok, 19ê şehîdan jî jin in, hejmara birîndaran jî derkete 830yî.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya beriya vê da diyar kiribû ku 122 kes şehîd ketin û 621 kes birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE