Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê ya dagirkirî da 11 kesên din jî şehîd bûn û jimara şehîdan derket 83an.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê hat dayîn, Îsraîl ji roja duşemê vir va êrîşî herêmên cuda yên Xezeyê dike û di van êrîşan da jimara kuştî û birîndaran zêde dibe.
Di êrîşên Îsraîlê da heta niha 83 Filistînî şehîd bûn.
- Bûyerên li Quds û Xezzeyê
Ji bo ku polêsê Îsraîlê ji Mescida Eqsayê û taxa Şêx Cerrah vekişin, komên berxwedêr ên Filistînî ên li Xeta Xezeyê heta 10ê gulanê roja duşemê saet 18.00ê herêmî wext dabû.
Ji ber ku polêsên Îsraîlê ji Mescida Eqsayê û Şêx Cerrahê venekişiyan, komên berxwedêr ên Filistînî gelek roket avêtibûn Îsraîlê.
Li ser vê artêşa Îsraîlê bi navê "Mihafizê Sûran" dijî Xeta Xezeyê operasyona eskerî dabû destpêkirin.
AA