Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara şehîdan derket 48an

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara şehîdan derket 48an

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê ya dagirkirî da 13 kesên din jî şehîd bûn û jimara şehîdan derket 48an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê hat dayîn, Îsraîl ji roja duşemê vir va êrîşî herêmên cuda yên Xezeyê dike û di van êrîşan da jimara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Di êrîşên Îsraîlê da heta niha 48 Filistînî şehîd bûn. Jimara birîndaran jî derket 304an.

- Bûyerên li Quds û Xezzeyê

Ji bo ku polêsê Îsraîlê ji Mescida Eqsayê û taxa Şêx Cerrah vekişin, komên berxwedêr ên Filistînî ên li Xeta Xezeyê heta 10ê gulanê roja duşemê saet 18.00ê herêmî wext dabû.

Ji ber ku polêsên Îsraîlê ji Mescida Eqsayê û Şêx Cerrahê venekişiyan, komên berxwedêr ên Filistînî gelek roket avêtibûn Îsraîlê.

Li ser vê artêşa Îsraîlê bi navê "Mihafizê Sûran" dijî Xeta Xezeyê operasyona eskerî dabû destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE