Artêşa Esed û hêzên rejimê ya ji komên terorîst ên biyanî yên İran piştgiriyê dide pêk tê serê sibê pê va ji esman û bejayê êrîşî navçeya Maarratunnumanê, Serakîb û Erîhayê, gundên Marşîmarîn, Masaranê yên li İdlibê û Deys Sinbilê, gundê Berneyê ya rojavayê Helebê ye kirin.
Li gor agahiyên ewil li navçeya Erîhayê 7 sivîl, li navçeya Serakîbê sivîlek, li Berneya gundê Helebê 2 sivîl, tevahî 10 sivîl hatin kuştin û ji 20î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Tîmên Parastina Sivîlan a İdlibê (Kumspî) xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin û ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.
- Guh nedan peymanên Astana û Soçiyê
Bajarê İdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Suriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî pê va weke keleha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ne ye. Bi koça navxweyî va nifûsê İdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. İdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Türkiye, Rusya û İranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da İdlib, û hin hemêrên bajarên Lazkiye, Hema û Helebê, bakutê Humusê, Xutaya Rojhilat a li Şamê, bajarên Dera û Kunetrayê di serî da4 herêm wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê" îlan kiribûn.
Lê rejimê û terorîstên İran piştgiriyê dide wan ji van 4 herêman ji bilî İdlibê herêmên din bi piştgiriya Rusyayê va bi dest xistin. Bi sed hezaran sivîlên ji êrîşan reviyan xwe sipartin sînorên Türkiyeyê.
Di navbera Türkiye û Rusyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va jî êrîş dewam dikin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonek û 300 hezarî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Suriye û Türkiyeyê kir.