Di êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê da 3 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin

Li gorî agahiya ku ji Parastina Sivîlan hat wergirtin, di bombebaranê da 3 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin.

Di êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê da 3 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin

Rejima Beşar Esed ku Rûsya alîkariyê didê, peymanên Astanayê û rêkeftina Soçiyê tune dihesibîne û her wiha bi topxaneyan êrîşî navenda bajarê Îdlibê kir ku di encamê da 3 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejima Beşar Esed ku ji artêşa rejima Esed û komên biyanî yên terorîst ku Îran piştê dike pêk tê, nîvê şevê bi topxaneyan êrîşî navenda bajarê Îdlibê û dewrûberê ku di destê mixalifan da ye, kirin.

Li gorî agahiya ku ji Parastina Sivîlan hat wergirtin, di bombebaranê da 3 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin.

Ekîbên ku çûn ciyê bûyerê, birîndar ji bin kavilan derxistin û veguhestin navendên tenduristiyê.

- Peymanên Astanayê û rêkeftina Soçiyê binpê kirin

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir da di destê mixalifan û komên çekdar ên li dijî rejimê da ye. Serjimara navenda Îdliba di sala 2015an da bi tevahî kete destê mixalifan bi koça navxweyî va derkete 4 milyonî. Rejim herî zêde êrîşî vê herêmê dike.

Ji rêkeftina Soçiyê vir da di êrîşên ser Îdlibê yên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji rêbendana 2019an vir da hejmara kesên koçî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin jî derket milyonek û 942 hezar kesî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE