Li Sûriyeyê di êrîşên hêzên rejima Beşar Esed ên dijî navenda bajarê Îdlibê û navçeyên nêzîk da 7 sivîl hatin kuştin, 13 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê tevî alîgirên xwe yên komên terorîst ku Îran piştê dike, agirbesta ku Turkiye û Rûsyayê adarê li ser li hev kir, binpê dikin û ji serê sibehê vir va li dijî navenda bajarê Îdlibê û navçeyên nêzîk bi top, roket û hawinan êrîşan dikin.
Li gorî agahiya ku ji Parastina Sivîlên Îdlibê hat wergirtin, di êrîşên hêzên rejimê da li navçeya Erîhayê 4, li gundê Keferyeyê 2, li navenda Îdlibê yek bi tevahî 7 sivîl hatin kuştin, 13 sivîl jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk, ji ber ku êrîş didomin, fikar heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
AA