Di encama êrîşên bejayî û asîmanî yên rejima Beşşar Esed û Rûsyaya piştevana wê de yên li dijî Herêma Kêmkirina Rageşiyê, 4 sivîlên din hatin kuştin.
Li gorî çavdêrîxaneya eskerî ya mixalifan, balafirên cengê yên Rûsyayê destê sibehê bi awayekî çirr navçeya Daret Îzzeyê û gundên Bisenkul, Musaybîn, Cebel el- Erbeîn, El Ramî, Kefer Amme, Taqed û Ebzîmoyê kirin armanc.
Li Ebzîmoyê 3 sivîlan canê xwe ji dest da.
Hêzên rejimê gundên Kefer Amme û Taqedê ji asîmanan ve kire armanc û bajarokên Dana û Kefernebîlê jî topbaran kirin.
Di encama topbarana bajarokê Danayê de ku bi qasî 5 kîlometroyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, sivîlek hat kuştin.
AA