Di êrîşên Rûsyayê da 145 zarok hatin kuştin

Di êrîşên Rûsyayê da 145 zarok hatin kuştin

Li Ukraynayê di êrîşên artêşa Rûsyayê da 145 zarok hatin kuştin, 222 zarok jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand di êrîşên artêşa Rûsyayê da 790 saziyên perwerdeyê zirar dîtin, ji van ji sedî 75 tevahî hilweşiyan.

Hat gotin ji 24ê sibata ku êrîşê dest pê kir heta niha 145 zarok hatin kuştin, 222 zarok jî birîndar bûn.

Ukraynayî dixwazin kesên dîl hatine girtin bên berdan

Aktivîstên Ukraynayî dixwazin kesên tên îdiakirin ku ji hêla eskerên Ûris va dîl hatine girtin bên berdan.

Li Lvîva bajarê Ukraynayê çalakiyek hat lidarxistin û li wir bangî Rûsyayê hat kirin ku kesên di nav da rojnamevan, şaredar û parlamenter jî hene bên berdan.

Aktivîst Anastasîîa Moskvychovayê got bi rojane tu xeber ji 30î zêdetir Ukraynayiyan tune, ew di qada dinyayê da ji her kesî piştgiriyê dixwazin ku ji bo hemû kesên winda û yên dîl hatine girtin bigîhîjin malbatên xwe gav bên avêtin.

Moskvychovayê got ew ê dengê van malbatên mexdûr bigîhînin û wiha dewam kir: "Em nizanin ew li ku ne û di nav şert û mercên çawa da ne. Em dixwazin behsa van însanan bikin û bala dinyayê bikşînin. Ji bo vê jî me tevgerek da destpêkirin."

Piştî ku dengê sîrenan hat çalakî dawî bû û beşdarvan çûn xwe sipartin sitargehan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE