Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand di şerê Rûsya û Ukraynayê da di navbera 24ê sibatê û 15ê adarê da 97 zarok di êrîşan da hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê ji ber êrîşên hêzên çekdar ên Rûsyayê li Ukraynayê 97 zarok hatin kuştin, ji 100î zêdetir zarok jî birîndar bûn.
Hat gotin her roj herî kêm 5 zarok di bin bombebaranê da tên kuştin.
AA