Di êrîşên Rûsyayê da li Xarkovê di 24 saetan da 21 sivîl hatin kuştin

Di êrîşên Rûsyayê da li Xarkovê di 24 saetan da 21 sivîl hatin kuştin

Di êrîşên fuzeyê yên artêşa Rûsyayê yên dijî bajarê Xarkovê yê Ukraynayê da di 24 saetên dawîn da 21 sivîl hatin kuştin, 112 sivîl jî birîndar bûn.

Waliyê Xarkovê Oleh Synyehubov di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Telegramê da ragihand, di 24 saetên dawîn da artêşa Ûris bi awayekî xurt bajar da ber fuze û topan, yekîneyên mekanîze yên Ûris hewl dan ji bakur û rojhilatê bakurê va êrîşî bajêr bikin.

Synyehubov bal kişand ku hemû êrîş hatin şikênandin, zêdeyî 40 wesayîtên artêşa Ûris hatin bidestxistin.

Synyehubov diyar kir, balafirên Su-35 yên Ûris li herêma Chuhuivê balafirgeh û dibistana tankvanan a li ser rêya Poltavayê bombebaran kirin, eskerên Ukraynayê balafireke artêşa Ûris daxist.

Synyehubov her wisa ragihand ku di êrîşên Rûsyayê da di 24 saetên dawîn da 21 sivîl hatin kuştin, 112 sivîl jî birîndar bûn.

- Navenda polêsan û zanîngeh bûn armanc

Artêşa Ûris a ku êrîşên xwe vê sibehê jî domandin, avahiya ofîsa polêsê herêma Xarkovê û kampuseke Zanîngeha Karazînê bi fuzeyan kirin armanc. 

Avahiya li ser komala sereke bi êrîşa fuzeyê va wêran bû. Ekîbên îtfaiyeyê hewl dan agir bitemirînin, ekîbên xilaskirinê jî dixebitin ku kesên di bin kavil da mayî derxin.

- Artêşa Ûris hewl dide ber bi Kîevê biçe

Sererkaniya Ukraynayê jî der heqê roja 7emîn a êrîşa Rûsyayê da li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, hêzên Ûris hewl didin ji bakur û rojavayê bakur biçin Kîevê.

Hat balkişandin, teşebusa hêzên Ûris a kontrolkirina bajarên Sumî, Lebedyn û Oxtyrkayê hat şikênandin û li herêma Donetskê jî hêzên Ûris hewl didin bajarê Marîupolê dorpêç bikin.

Hat ragihandin, li Herêma Operasyonel a Behra Reş jî Rûsan komeke deryayî bi cih kir û amadekariyên xwe didomînin ku eskeran derxin bejayê.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku hêzên Ûris di pêşreviyê da ne serkeftî ne û binesaziyên krîtîk ên artêşa Ukraynayê hatin bombebarankirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE