Rûsyayê bi du moşekan va êrîşî Odessaya herêma Ukraynayê kir, di êrîşan da 17 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Îdareya Eskerî ya Herêma Odessayê Sergey Bratçuk daxuyand artêşa Ûris bi du moşekan va êrîşî Odessayê kir, di êrîşan da 17 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.
Bratçuk daxuyand moşekek li avahiyekê ket 14 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn, moşekek jî li tesîseke tetîlê ket, jê yek zarok 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Bratçuk got li cihên êrîşê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
AA