Di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê da 16 kes hatin kuştin

Di êrîşên asîmanî yên ku artêşa Îsraîlê ji duh sibehê va bir ser Xeta Xezeyê ya dagirkirî da 16 kes hatin kuştin.

Di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê da 16 kes hatin kuştin

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku ji ber êrîşên li aliyên navîn û bakur ên Xezeyê hatin kirin ji duh va 16 kes hatin kuştin.

Daxuyaniya wezaretê da hat ragihandin ku jimara birîndaran 50 ye.

- Yek ji kuştiyan ji kadroya birêvabir a Seriyeyên Qudsê ye

Ji aliyê din va di daxuyaniya Seriyeyên Qudsê ya şaxa eskerî ya Tevgera Cîhada Îslamî da hatibû gotin ku Xalid Muawad Ferracê 38 salî yê ku li bajarê Deyr Belaha li aliyê navîn a Xezeyê mir ji kadroya birêvabir a Seriyeyên Qudsê ye.

Wezareta Tenduristiê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya duh da ragihandibû ku di êrîşên asîmanî yên ku Îsraîlê duh bir ser Xezeyê da 10 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku êrîşî mala Beha Ebul Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî ya li rojhilatê Xezeyê kiriye. Di êrîşê da Beha Ebul Eta û jina wî Esma Ebul Eta hatibûn kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE