Di şerê li Yêmenê de 7 hezar û 500 zarok mirin

Li Yêmenê di nav 5 sal û nîvan da ji ber êrîşên ji hewayê, bombebaran, pevçûn, êrîşên xwekujiyê, mayîn û teqemeniyan 7 hezar û 508 zarok mirin an jî birîndar bûn

Di şerê li Yêmenê de 7 hezar û 500 zarok mirin

Di rapora Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat diyarkirin ku li Yêmenê di nav 5 sal û nîvî da ji ber êrîşên ji hewayê, bombebaran, pevçûn, êrîşên xwekujiyê, mayîn û teqemeniyan 7 hezar û 508 zarok mirin an jî birîndar bûn.

Di raporê da hat destnîşankirin ku di navbera 1ê nîsana 2013an û 31ê berfanbara 2018an da li Yêmenê li dijî zarokan îxlalên mezin hatin kirin, kuştin û birîndarbûna zarokan ji ber van îxlalan bû, di vê heyamê da 3 hezar û 34 zarok bi destê Hûsiyan û hikûmetê di pevçûnan da hatin bikaranîn.

Hat destnîşankirin ku li Yêmenê 340 zarok jî bi hinceta têkildarbûna aliyekî va hatin binçavkirin, ji ber ku piraniya wan nehatine raporkirin bi tenê 11 meseleyên destdirêjî û tundiya cinsî hatin piştrastkirin.

Wekî mayîn di rapora NYyê da hat gotin ku di nav 5 sal û nîvî da hejmara zarokên ji alîkariya mirovahiyê hatin mehrûmkirin zêde bû, 828 bûyerên wiha hatin qeydkirin, wekî mayîn 345 xwendingehan zirar dîtin an jî hilweşiyan, 258 xwendingeh jî bi armanca eskerî tên xebitandin.

Li Yêmenê Hûsiyên li dijî hikûmeta meşrû derbe kirin ji îlona 2014an vir da Sanaya Paytext û hin herêman di destê xwe da digre. Hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê didin hêzên hikûmetê.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE