Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da 29 hezaran zêdetir zarok mirin

Ji destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî heta niha da 29 hezar û 17 zarok mirin.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da 29 hezaran zêdetir zarok mirin

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê ji destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî heta niha da 29 hezar û 17 zarok mirin.

SNHRê ji ber Roja Mafên Zarokên Dinyayê der barê zarokên ku Sûriyeyê yên ku di şerê navxweyî da hatin kuştin da raporek weşand.

Di raporê da hat gotin ku ji adara meha sala 2011an da vir va di pevçûnên di navbera terefên şer da 29 hezar û 17 zarok hatin kuştin.

Ji van zarokan 22 hezar û 753ê wan ji hêla hêzên rejima Esed û Îranê, hezar û 928ê wan jî di encama êrîşên Rûsyayê yên esmanî da hatin kuştin.

Di êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê da 214 û di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da jî 956 zarok hatin kuştin.

Ji ber pevçûnên di navbera komên mixalif yên eskerî û hêzên rejimê hezar û 48 zarok, di êrîşên hêzên koalîsyona dijî DEAŞê da jî 924 zarok hatin kuştin.

Hezar û 94 zarok jî ji hêla komên çekdar yên ku nasnameya wan ne diyarin va hatin kuştin.

- 186 zarok di êrîşên rejimê yên kîmyayî da mirin

Li gor raporê, ji adara meha sala 2011an vir var ji ber êrîşên kîmyayî yên ku ji hêla rejima Esad va hatin kirin da 186 zarok hatin kuştin. 305 zarok jî ji ber dorpeçkirina rejimê ku birçî û bêderman man mirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE