Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de meha borî 125 sivîl mirin

Tora Sûriyeyê ya Çavdêriya Mafê Mirovan ragihand ku li wî welatî di meha borî de pirê wan di encama teqînan de 26 ji wan zarok, 6 ji wan jin bi giştî 125 sivîlan canê xwe ji dest da.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de meha borî 125 sivîl mirin

Tora Sûriyeyê ya Çavdêriya Mafê Mirovan (SNHR) ragihand ku li wî welatî di meha borî de pirê wan di encama teqînan de 26 ji wan zarok, 6 ji wan jin bi giştî 125 sivîlan canê xwe ji dest da.

Artêşa rejima Beşşar Esed û hêzên wê yên ewlekariyê 2 ji wan jin 10 sivîl kuştin û herwiha Rûsyaya piştevanê rejimê jî sivîlek kuşt.

Li herêmên di bin dagîrkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê de jî 2 ji wan zarok 7 sivîl hatin kuştin.

Komên çekdar ên mixalifên rejimê jî bûn sedema mirina 10 sivîlan.

Ji aliyekî din ve di raporê de bal hat kişandin ku hinek sivîl jî bi rêya êşkenceyê hatine kuştin hat destnîşankirin rejima Esed 7 û YPG/PKKya rêxistina terorê jî 1 bi giştî 8 sivîl bi vî hawî hatine kuştin.

Di raporê de tekezî li wê yekê hat kirin ku 22 ji wan zarok, 3 ji wan jin bi giştî 97 sivîl di encama teqînên ji aliyê nasnameya wan nediyar ve canê xwe ji dest dane.

Di raporê de hat ragihandin ku tevî meha gulanê îsal li Sûriyeyê di encama êşkence, êrîş, teqîn, pevçûn û sedemên din de heta nuha hejmara kuştiyan gihiştiye 910an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE