Di şer û pevçûnan da ji 4 kesên tên kuştin 3 sivîl in

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku par di şer û pevçûnan da ji ber çekên teqemenî 43 hezar kesî can da û ji wan 4 kesan 3 jê sivîl bûn.

Di şer û pevçûnan da ji 4 kesên tên kuştin 3 sivîl in

 Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku par di şer û pevçûnan da ji ber çekên teqemenî 43 hezar kesî can da û ji wan 4 kesan 3 jê sivîl bûn.

Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Mirovahî (OCHA) ya NY yê berî "19ê Tebaxê Roja Alîkariya Mirovahî ya Dinyayê" ku her sal xebatkarên alîkariya mirovahî yên can dane û bi milyonan sivîl ên di bin tesîra şer û bobelatê da mane tên bîranîn daxuyanî da û ragihand êrîşên li dijî sivîlan zehf zêde bûne.

Li gor daxuyaniyê di sala 2017an da di şer û pevçûnên bi çekên teqemenî hatin kirin da 43 hezar kesî can da û ji wan 31 hezar û 904 kes sivîl bûn.

Yanî ji her 4 kesên di şer û pevçûnan da can dan 3 jê sivîl bûn. Sala par di êrîşên li hemberî xebatkarên alîkariya mirovahî hatin kirin da jî 139 xebatkarî can da, 102 xebatkar birîndar bûn û 72 xebatkar jî hatin revandin.

- "Dawiyê li vê bêwijdaniyê bînin"

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Mirovahî yê NYyê Mark Lowcock di bangewaziya xwe da xwest ku bila dawiyê li wê bêwijdaniya hemberî kuştina xebatkarên alîkariya mirovahî, seqetkirin û bêceza hiştina wan bê anîn.

Lowcock bi bîr xist ku di çarçoveya hiqûqa mirovahî ya navneteweyî da divê hikûmet û komên çekdar xebatkarên alîkariya mirovahî, binesaziya sivîl û sivîlan biparêzin û ew hemû xwedî vê berpirsyariyê ne.

Sala par di çarçoveya 19ê Tebaxê Roja Alîkariya Mirovahî ya Dinyayê da ji bo ku xebatkarên alîkariya mirovahî û sivîl wek hedef neyên hilbijartin di kampanyaya #NotATarget ê hatibû kirin û 2 milyonî zêdetir kesan piştevanî dabûn.

NY û rêxistinên alîkariyên mirovahî ji bo ku lîderên dinyayê di mijara parastina kesên sivîl û xebatkarên alîkariya mirovahî da bidin tevgerandin îsal jî kampanyaya "selfie"yê dan destpêkirin.

  Wêneya selfieyê ya ku piştevanan ji bo kampanyayê şandine wê bi pergaleke taybet a sêber va wek "portreya piştevaniyê" bê çêkirin û di Lijneya Giştî ya NYyê ya her sal gelek serokên dewlet û hikûmetan beşdar dibin da bê pêşandin. Bi vê kampanyayê tê xwestin bila serokên dewlet û hikûmetan bizanibin ku li qadên şer ji parastina sivîlan ew berpirs in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE