Di şewata ku li Bangladeşê di fabrîqeyê da derket 49 kes mirin

Di şewata ku li Bangladeşê di fabrîqeyê da derket 49 kes mirin

Hat ragihandin di şewata ku duh li Dakkaya paytextê Bangladeşê di fabrîqeya xwarin û vexwarinê da derket 49 kes mirin.

Russel Shîkderê rayedarê îtfaiyeyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir duh êvarê li Rupganja taxa paytextê di fabrîqeya Şirketa Xwarin û Vexwarinê ya Hashemê da şewat derket.

Hat diyarkirin herî kêm 49 kesên di fabrîqeyê da asê mane mirine û cinazeyê 17 kesan hat derxistin.

Li gor agahiyan xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û nayê zanîn ku çend kes tê da mane û çend kes jî wenda ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE