Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ji ber şewata daristanê mirin gihîşte 31î.
Şewata roja pêncşemê li quntara Çiyayên Sîerra Nevadayê dest pê kir û xisareke mezin çêbû. Cory Honeayê Şerîfê Herêma Butteyê der barê şewata li bajaroka Paradiseya bajarok û dorberê wê ya 290 kîlomêtre li bakurê rojhilatê San Francîscoyê da agahiyên nû da.
Honea got cesedê 6 kesên din jî hatine dîtin û hejmara miriya gihîştiye 29an.
Honea anî ziman ji 228 kesî jî xeber tune.
Rayedar dibêjin şewat li ser 450 kîlomêtroqere erdî belav bû û li herêmê 7 hezar avahî şewitîn.
Ev şewat di dîroka Calîfornîayê da şewata herî mezin e ku evqas kes ji ber şewatê mirin.
- Li Los Angelesê jî 2 kes miribûn
Ji hêla din ji ber şewata li bajarê Malîbuya rojavayê Los Angelesê jî 300 hezar kes hatin tahliyekirin.
John Benedîctê Şerîfê Herêma Çolter a Los Angelesê jî gotibû li ser rêbejeya Mullhollandê cesedê 2 kesan hatiye dîtin.
- NASAyê ji fezayê wêneyên şewatê kişandin
Ajansa Fezayê û Esmaniyê ya Amerîkayê (NASA) şewatên li bakur û başûrê Calîfornîayê di heman wêneyekê da nîşan dan û ev wêneyê ku ji fezayê hatiye kişandin belav kir.
Wêne li ser malpera înternetê ya NASAyê hat weşandin.
Dûmana ji şewatê dikişe ji fezayê tê dîtin.
AA