Di şewata li daristanên Calîfornîayê da hejmara miriyan zêde bû

Hejmara kesên ji ber şewata daristanê mirin gihîşte 23yan.

Di şewata li daristanên Calîfornîayê da hejmara miriyan zêde bû

Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ji ber şewata daristanê mirin gihîşte 23yan.

Şewata roja pêncşemê li quntara Çiyayên Sîerra Nevadayê dest pê kir, di dîroka eyaletê da şewata herî mezin e ku evqas kes ji ber şewatê mirin û xisareke mezin çêbû.

Kory Honeayê Şerîfê Herêma Butteyê diyar kir ku di şewata li bajaroka Paradiseya bajarok û dorberê wê ya 290 kîlomêtre li bakurê rojhilatê San Francîscoyê ye da cesedê 14 kesan hatin dîtin û hejmara miriya gihîşte 23yan.

Rayedar dibêjin şewat li ser 404 kîlomêtroqere erdî belav bû û 7 hezar avahî şewitîn.

- Li Los Angelesê jî 2 kes miribûn

Ji hêla din ji ber şewata li bajarê Malîbuya rojavayê Los Angelesê jî 300 hezar kes hatin tahliyekirin.

John Benedîctê Şerîfê Herêma Çolter a Los Angelesê jî gotibû li ser rêbejeya Mullhollandê cesedê 2 kesan hatiye dîtin.

- Ji Trump daxuyanî

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû: "Dilê me bi xebatkarên agirkuj ên ji bo şewatê vemirînin dixebitin, gelê ku tê tehliyekirin û malbatên eqrebayên wan mirine ra ye. Zirara şewatê pir zêde ye. Xwedê her kesî biparêze."

Trump duh jî dîsa li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşandibû û gotibû sedema van şewatên li Calîforniyayê ya ku gelek tê da kes dimrin û milyar dolar pere diçe ew e ku daristan baş nayên rêvebirin.

Trump gotibû an çareyekî bibînin an jî ji bo FED êdî zêde pere wê neyê dayîn.

Daxuyaniya Trump bûbû sedema bertak û rexneyan.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 11:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE