Di şewatên daristanê yên li Awistralyayê da 30 mal şewitîn

Hat ragihandin ku li bakurê eyaleta Gallera Başûr a Nû ya Awistralyayê li gundê Rappville û herêma Ewingarê daristan dişewitin û heta niha 30 mal bi temamî şewitîn an jî xesareke giran hildan û nema tên xebitandin...

Di şewatên daristanê yên li Awistralyayê da 30 mal şewitîn

Hat ragihandin ku li bakurê eyaleta Gallera Başûr a Nû ya Awistralyayê (NSW) li gundê Rappville û herêma Ewingarê daristan dişewitin û heta niha 30 mal bi temamî şewitîn an jî xesareke giran hildan û nema tên xebitandin.

Li gor nûçeya Saziya Weşanê ya Awistralyayê agir bi qadeke nêzî 100 hezar hektarî ketiye û herî zêde zirar da gundê Rappvîlleyê.

Li gundê Rappvilleyê û herêma Ewingarê digel şewata malan, şewatê zirar da gelek wesayît, kargeh û makîneyên çandiniyê jî.

Hat gotin ku li 30 deveran şewat dewam dike. AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE