Di 4ê berfanbarê da li Semerûya çiyayê agirîn ê li Cavaya Rojhilat a eyaleta Endonezyayê teqîn çêbû, hejmara kesên ji ber vê mirin derket 48an.
Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî ya Endonezyayê diyar kir ku li herêmê bi 4 ekîban xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Hat ragihandin ku piştî teqînê 10 hezar kesên li herêmê hatibûn texliyekirin.
Piştî teqîna li çiyayê Semerûyê yê li herêma Lumajangê wargehên li herêmê di binê xwelî û dûmanê da mabûn.
Hejmara miriyan di 7ê berfanbarê da wekî 34 hatibû eşkerekirin.
Li Endonezyaya li xeta çiyayên agirîn û erdhejê 130 çiyayên agirîn ên dişixulin hene.AA