Di TIReke ji Minbîca bajarê Sûriyeyê ya ku ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye dagirkirin diçû herêma Babê da qasî milyonekî hebên hişbirê hatin bidestxistin.
Li herêma Babê ya ku bi Herekata Mertalê Feratê va ji terorê hatiye paqijkirin TIRek li herêma Hamranê ji hêla hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ASA) va hat sekinandin.
Di TIRê da lêgerîn hat kirin û qasî milyonekî hebên hişbirê yên di nav sobeyan da hatine veşartin, hatin bidestxistin.
Hat ragihandin hebên hişbirê ji herêma rejima Esed şandine herêma Babê.
AA