"Di têkoşîna dijî DEAŞê da pêwîstiya me bi alîkariya Amerîkayê heye"

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ku hikûmet bibiryar e ku di warê sektora ewlekariyê da hin reforman bike.

"Di têkoşîna dijî DEAŞê da pêwîstiya me bi alîkariya Amerîkayê heye"

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî diyar kir ku ji ber gefa DEAŞê pêwîstiya welatê wî hê jî bi alîkariya Amerîkayê heye û wiha got, "Halêhazir rasterast û di qedemeyên ku alîkariya eskerî pêwîst nake da alîkariya me bi hevkarî û alîkariyê heye." 

Kazimî di hevpeyvîna ku da APyê da berî hevdîtina xwe ya ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump ku tê plankirin vê hefteyê li Washingtonê pêk were, nirxandinên xwe anî ziman.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ku hikûmet bibiryar e ku di warê sektora ewlekariyê da hin reforman bike.

Kazimî ji bo pirsa gelo wî ji ziyareta xwe ya meha çûyî ya Tehranê ji bo Amerîkayê tu peyam anî an na, wiha got, "Li Iraqê em rola postevan naleyîzin."

Kazimî diyar kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê da pêwîstiya Iraqê hê jî bi alîkariya Amerîkayê heye û wiha got, "Halêhazir rasterast û di qedemeyên ku alîkariya eskerî pêwîst nake da alîkariya me bi hevkarî û alîkariyê heye."

Kazimî diyar kir ku ev hevkarî, alîkariya perwerde û çekê jî tev da dê li gorî xwezaya guherbar a gefa terorîzmê be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE