Rêxistina Mafên Mirovan ya Iraqê destnîşan kir di xwepêşandanên ku bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên kamuyê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr dest pê kirin heta niha 19 kes hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Iraqê ku serbixwe dixebite der barê kesên li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da ku roja sêşemê dest pê kirin heta niha hatine kuştin da daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di xwepêşdanan da heta niha 19 kes hatine kuştin.
Li Bexdayaê digel qedexeya derketina derva ji hin herêman dengê çekan tê.
Xwepêşandanên Iraqê
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin
Rêvebiriya Iraqê ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê piştî Bexdayê li bajarên Zikar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babilê (Hile) jî qedexeya derketina derva îlan kir. AA